SerekeSîyasî

Safîn Dîzayî bangî Îranê kirîye, ku guhdarîyê bidine ser zimanê kurdî

Serokê beşa hukumata Herêma Kurdistanêye pêwandîyên der Safîn Dîzayî bangî Îranê kirîye, ku guhdarîyê bidine ser zimanê kurdî û piştgirîyê bidin, ku ew bê hînkirinê.

Derheqa vê yekêda Safîn Dîzayî wextê axaftina xwe, ya wextê heytehola 49 salîya şorişa îslamîye li Îranê, gotîye. Dîzayî pêwandîyên Kurdistnêye tevî Îranê bilind qîmet kirîye û derheqa pêrspêktîvên wanda xeberdaye.

“Zimanê kurdî beşeke malbeta zimanên îranîye. Em li Kurdistanê guhdarîya mexsûs diatînin ser kûltûra û zimanê farisî. Em hêvîdarin, wekî Komara Îranê jî wê guhdarîyê bide ser zimanê kurdî û zimanên îranîye mayîn”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button