H’emû nûçeSereke

Sûrên Papîkyan dêlêgasîya bi serkarîya Toyvo Klaar qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan dêlêgasîya bi serkarîya wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr, Toyvo Klaar qebûl kirîye.

Bi silavkirina mêvana, wezîrê parastinê bona cedandinên bo paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerî razalixî elamî serokatîya Yekîtîya Avropayê û Klaarê bayloz kirîye.

Toyvo Klaar sirîya xweda gotîye, wekî Yekîtîya Avropayê hazire piştgirîyê bide helkirina pirsgirêka Qerebagê û alî aktîvbûna hevraxeberdana bike. Hatîye gotinê, wekî Yekîtîya Avropayê xebatên nava goveka hûmanîtarda, yên bona paşdavegerandina dîlên leşkerî û merivên bêser-berate undabûyî, berdewam bike.

Wextê hevdîtinê usa jî pirsên derheqa bêqezîyabûna herêmêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button