H’emû nûçeSereke
Civîna şêwira serokên welatên Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî wê meha gulanê derbazbe
Civîna şêwira serokên welatên Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî wê meha gulanê li Îsîk-Kûlê derbazbe. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Qirqizstanê Aqilbêk Japarov gotîye.
“Meha gulanê wê şêwira serokên welata derbazbe û em têra dibînin civînê li Qirqizstanê derbazkin”,- serokwezîr gotîye.Bi gotina wî, nava doranên civînêda, usa jî wê forûma êkonomîkîye mezin bê derbazkirinê, wextê kîjanê hemû înîsîyatîvayên Qirqizstanêye derheqa yekîtîyêda wê bêne gotûbêjkirinê.