H’emû nûçeSereke

Peymana aşîtîyê û pirsa Arsaxê

Pêşezanê mafê navnetewî Ara Gazaryan wextê qisa tevî Spûtnîk Armênîyayê derheqa peymana aşîtîyêda, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, xeberdaye. Çawa bersiva wê pirsê ku piştî îmzekirina peymana aşîtîyê gelo pêvajoya naskirina Arsaxê wê zîyanêkeve, yan na, Ara Gazaryan şirovekirina xwe raber  kirîye.

Naskirina sînorên Adirbêcanê, ya bi peymana aşîtîyê, usa nade dîyarkirinê ku nikarin serbestîya Arsaxê naskin. Ew pirs ya sîyasîye, lê ne ku ya hiqûqîye. Ara Gazaryan fikira wî cûreyî elam kirîye. Ewî gotîye, ku heger yekîtîya têrîtorîya û elamkirina serbestîyê dijwarî saz bikirana, wî çaxî prosêsa trîbûnala navnetewî, ya îşê Kosovoyê wê nebûya. Heger mehkema navnetewî, ya îşê Kosovoyê, sala 2O1O-a elam kirîye, wekî elamkirina serbestîyê bi normên navnetewî qedexekerî nîne, wî çaxî ew yek nikare neyê kirinê. Tiştên mayî jî pirsên pêvajoya sîyasîne.

“Sala 1991-ê Qerebagê bi qanûnî serbestî elam kirîye, bona kîjanê şer destpê bû. Niha ew gav li ber çevaye û tu îdareke navnetewî nikare wê yekê înkarke, çimkî elamkirina serbestîyê bi qanûnî hatîye kirinê, lê ne ku bi zordarîyê. Bûyarên başqe jî hebûne, wekî ew prosês bi zordarî hatîye kirinê û şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî ew yek qebûl nekirîye. Mesele pirsa Bosnîyayê”,-hiqûqzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button