Parlamênta Herêma Kurdistanê elam kirîye, wekî qirara Bexdayê, ya girêdayî neftê û gazêva, derbê dighîne sîstêma Îraqêye fêdêral.
Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî parlamênta Kurdistanê, ya ku desthilatdarîya herêmêye qanûnîye û bi konstîtûsîya Îraqê naskirîye, dikare qanûna qebûlke. Hatîye dîyarkirinê, wekî qanûna fêdêral anegorî ya rêjîma Sedem Husêyne û anegorî xala konstîtûsîyayêye 112-a serkarîkirina îşên neftê û gazê di navbera Bexdayê û Hewlêrêda yê tomerîye.
Em bêjin, wekî mehkema Îraqêye Fêdêral qanûna derheqa neftê û gazêda, ya ku deranîna neftêye li Kurdistana Îraqê dide balanskirinê, çawa ya ne konstîtûsîyon nas kirîye.Nava qirara mehkemêda hatîye gotinê, wekî Herêma Kurdistanê gerekê nefta herêmê û li nehîyên dor- bera bide hukumata fêdêral.