H’emû nûçeSereke

Tirkîya kanîya neqewînbûnêye: parlamênta Avropayê

Parlamênta Avropayê nava raporta bi sernavê “Derheqa seyaseta Yekîtîya Avropayêye bêqezîyabûnêda û parastinêda”  Tirkîya çawa “kanîya neqewînbûnê” nav kirîye.

Derheqa wê yekêda ajansa Armênprêssê ragîhandîye.

Raportêda kirinên Tirkîyayêye dijî welatên Yekîtîya Avropayê, bi taybetî Yûnanistanê û Qibrisê, usa jî qezîyayên dew û dozên leşkerîye li rojhilatê hatine gunehkarkirinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî nenihêrî hewildanên milahîmkirina hal, kirinên gemîyên tirkaye provokasîyon û qezîyayên agrêsîv mafê navnetewî diteribînin.Raportêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê dikare mecalên xwe bide xebatê, ku welatên endamên wê û berjewandîyên wê, usa jî qewînbûna herêmî, bêne parastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button