H’emû nûçeSereke

Projeya bakûr-başûr, rojhilat-rojava: Paşînyan derheqa rêyada xeberdaye

Nava hemtêksta pirsa vekirina rêyên herêmîda, hukumata Ermenîstanê derheqa projeya bakûr-başûr, rojhilat-rojavayêda raber kirîye. Di derbarê wê yekêda, Nîkol Paşînyanê serokwezîr elam kirîye.

“Em hêvîdarin wekî ev proje wê bi têmpên mezin pêşda here.Ev rê wê bakûr-başûrva bide girêdanê.Çiqlek wê berbi Îranê here, lê çiqilê mayîn wê bi texmîn berbi Adirbêcanê here, paşê jî berbi Nexçêvanê, Tirkîyayê. Vê projeyê em dikine nava hemtêksta tomerî”,-Paşînyan gotîye, wextê ku ewî derheqa beşa rêye Sîsîyan-Kacaranêda xeberdaye, bona kîjanê îdî konkûrs hatîye elamkirinê.

Serokwezîr usa jî daye dîyarkirinê,wekî niha xebat bona çêkirina rîya hesinî, ya Yêrasx-Culfa-Ordûbad-Mêgrî-Horadîsê tên mîyaserkirinê.Bi gotina wî, pevketinên destanî wê pêşerojêda werguhêzî dokûmêntê bibin û paşê ew pêvajo wê bi temamî pêşda here.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button