
Anegorî înformasîya merkeza Sûrîyayêye mafên mêriv, nêzîkî 15O çekdarên koma «Mehmed Al Fatix»-ê ji Tirkîyayê derbazî bakûrê Helebê bûne, ji kîderê ewê derbazî Lîbîyayêbin.
Hatîye ragîhandinê, wekî awqas çekdar jî wê ji Lîbîyayê paşda vegerine Tirkîyayê û paşê herine Sûrîyayê.
Nenihêrî wan cedandinên navnetewî, yên bona helkirina krîzeya Lîbîyayê, Tirkîya dîsa dijwarîya pêşda tîne.