H’emû nûçeSereke
Xudanên xelatên Nobêlîyê, lehcên mezin û hemcivîn: li Ermenîstanê wê teşkîldarîyên navnetewî bêne derbazkirinê
Hukumata Ermenîstanê birîyar kirîye ku piştgirîya fînansî bide fêdêrasîyona Ermenîstanêye boksê, ya ku piştgirîyê bidine derbazkirina lehca Avropayêye boksê, kîjan 21-31-ê gulanê wê li Yêrêvanê derbazbe. Derheqa wê yekêda wezîrê perwerdê û zanistîyê, kûltûrayê û sportê Vahram Dûmanyan gotîye.
Wezîrê Ermenîstanêyî êkonoîkayê Vahan Kêrobyan jî gotîye, wekî îsal li Ermenîstanê wê bûyarên mayîne berbiçev jî biqewimin.Îsla hemcivîna organîzeya tûrîzmêye hemcîhanî wê li Ermenîstanê derbazbe.Xêncî wê yekê, meha îlonê wê fêstîvala navnetewîye “Starmûs” li Ermenîstanê derbazbe, nava dorana kîjanêda şeş xudanên xelatên Nobêlîyê wê bêne Ermenîstanê.