H’emû nûçeSereke

Civîna komîsîya hevkarîya navnetewî û pirsên sîyasî, ya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve parlamêntîyê, wê li Yêrêvanê derbazbe

18-ê sibatê hevdîtina onlayn, ya serokên dêlêgasîyayên welatên endamên Organîzeya  Peymana Bêqezîyabûna Kolêtîkve nava Avropayêye parlamêntîyêda derbaz bûye, ya ku ji alîyê serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pêwandîyên der Êdûard Agacanyanda hatîye derbazkirinê.

Tevî wê hevdîtina onlayn bûne wekîlên Rûsîyayê, Bêlarûsê, Tacîkistanê, Qazaxstanê, usa jî wekîlên sêkrêtarîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, ya parlamêntîyê.

Bi silavkirina tevbûya, Êdûard Agacanyan derheqa koordînasîyakirina şuxulkarîya dêlêgasîyayên organîzeyêye pêwandîyên der axivîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî civîna dêlêgasîyaye bi sirê wê 11-ê adarê li Yêrêvanê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button