
Eskerê tirka û çekdarên hevkarên wan dîsa xirabkarîyên li ser têrîtorîyayên okûpasîyakirî, yên li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, berdewam dikin û mafê navnetewî diteribînin.
Anegorî înformasîyayên ji kanîyên cîh stendî, 17-ê sibatê merivekî 38 salî hatîye revandinê. 11-ê sibatê merivekî 57 salî hatîye revandinê. Lê merivekî 34 salî jî ji mala wî derxistine û birine hebsa Maratê. Anegorî înfomasîyayên stendî, merivek jî tev herdu kurên xwe ji gundê Dêr Sêvanê hatîye revandinê.