H’emû nûçeSereke

Hetanî niha ji Adirbêcanê 15O dîl hatine paşdavegerandinê: mafpêrz

Hetanî roja îroyîn alîyê azêrîya 15O dîlên leşkerî paşda vegerandine Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda mafparêza Ermenîstanêye pirsên dîla, ya li mehkema Avropayêye mafên mêriv, Sîranûş Sahakyanê gotîye.

Bi gotina wê, li Adirbêcanê bi fermî 38 dîl tên xweykirinê, lê 80 bûyarên girtina merivaye bi şedetîya îzbat nekirine.

“Wekîlên welatên mayîn hinek xebata vî alîda mîyaser dikin, lê ez nafikirim, wekî ew hevalkar bi kel û ced dixebitin, çimkî ew hevkarîya serokatîyêyn ermenîya-azêrîya dibînin. Ji alîyê ermenîda hîvîkirin yan jî dewekarî tunene, bona ku hevkaryên navnetewî wê pirsê helkin, çimkî ew jî naxwezin “xirab” derkevin, çimkî Ermenîstan tevî Adirbêcanê pêwandîya çê dike”,- Sahakyanê gotîye.

Mafparêzê daye dîyarkirinê, wekî 80 meriv nakevine nava navnîşên merivên bê ser-berate undabûyî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button