H’emû nûçeSereke

Gunehkarkirina Sêrj Sargsyan, ya ji alîyê rêjîma elîyêvîyada buxdan e, ne nêzîkî aqila ye: ofîsa serokê sêem

Ofîsa serokê Ermenîstanêyî sêem Sêrj Sargsyan bersiva elametîya rêjîma Elîyêv daye, bi kîjanê hindava  Sêrj Sargsyanda lêgerîn hatîye elamkirinê.

Nava elametîya ofîsa serokê Ermenîstanêyî sêemda hatîye gotinê: “Gunehkarkirina Sêrj Sargsyan, ya ji alîyê rêjîma Elîyêvda, tiştekî ne nêzîkî aqila ye û ew gunehkarkirin jî yên xêfikin.

Ew xêfikin, çimkî nava salada Elîyêv nava sîyaseta komkuj da îdî cêribandî ye û nava wedê serkarîkirina wîda propaganda dijî ermenîya li Adirbêcanê werguhêzî syaseta dewletê bûye. Îzina wîye moarlî tune ku derheqa Sêrj Sargsyanda bêje û serbara serda jî gunehkar bike.

Bi sala ser hev, Elîyêv rastî dîplomatîya Sêrj Sargyane profêsîyonal hatîye û şedê qîtmetê hurmeta wî bûye û piştî derketina ji qulixê jî nava civaka navnetewîda qedirê wî kêm nebûye. Piştî derketina ji qulixê, Sêrj Sargsyan bi saya cêribandin û pêwandîyên xweye li welatên der berjewandîyên Ermenîstanê raber kirîye û wê raber bike.

Ji sala 1988-a da, vir hada jî Sargsyanê serok wê bona mafê cimeta ermenî, ya  ku li Arsaxê bi hezara sala dijî, bişuxule”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button