ÇandSereke

HDP: mafê perwerdarîya bi kurdî nayê paşdaêxistinê

HDP-ê, girêdayî roja zimanê dayîkêra, elametî belav kirîye, û daye dîyarkirinê,wekî mafê perwerdaya bi kurdî nayê paşdaêxistinê.Elametîyêda hatîye dîyarkirnê,wekî  ew yek girînge ku zimanên dayîkê bêne parastinê, piştgirtinê, çimkî ew tên hesabê çawa kanîya pircûretîya kûltûra hemûya.

Hatîye gotinê,wekî roja îroyîn li temamîya dinîyayê nêzîkî 69OO zimana hene, bi kîjana meriv hetanî roja îroyîn diaxivin, lê nêzîkî 9O selefê wan zimana nava sîstêma perwerdêda nayêne bikaranînê û mecala hînkirinê tune. Zimanên me dicêribînin bidine tunekirinê.

Nava elametîya HDP- ê da usa jî hatîye gotinê, wekî nenihêrî wê yekê ku sed sal pêşda li Anatolîyayê 2O ziman hebûn, roja îroyîn ji wan zimana çend heb têne xebitandinê, çimkî perwerda bi van zimana, bi taybetî zaravê kurdîye kurmancî, bin qedexêdanin. Ev ziman bin qezîya undabûnêdanin. “Mafê perwerdarîya bi kurdî nayê paşdaêxistinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button