Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cimeta Kurdistanê girêdayî roja zimanê dayîkêra pîroz kirîye.
“Girêdayî vê roja navnetewîra, roja zimanê dayîkêra, ez pîrozbahîyên xweye here germ didime hemû kurdistanîya û hemû komên êtnîkî û dînî yên li Kurdistanê”,- nava elametîya serokwezîrda hatîye gotinê. “Zimanê me faktoreke girîng e, ya heyîna me ye, ya ku gerekê bona me hewaskarîyê raber bike”,- Mesrûr Barzanî gotîye.
Nava elametîya xweda Barzanî daye dîyarkirinê, wekî parastina zimanê kurdî borcdarî û cabdarîya malbeta, civaka û îdarên dewletê ye.
“Em bangî hemû îdarên çandî, zanistî û akadêmî yên li Herêma Kurdistanê dikin, ku ew hemû borcdarîyên xwe biqedînin, kêmasîya bidine hildanê û guhdarîya mezin bidine ser ziman”,-ewî gotîye.
Mesrûr Barzanî usa jî daye dîyarkirinê, wekî gerekê tevî guhdarîya li ser zimanê kurdî, gerekê guhdarîyê bidine ser zimanê komên êtnîkîye li Kurdistanê û ew gerekê bêne parastinê.