Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Şaxavan Ebdule bangî wezîreta perwerdê kirîye ku li temamîya mekteb û ûnîvêrsîtêyên li Îraqê, zimanê kurdî bidine perwerdekirinê.
Ewî ev elametî girêdayî roja zimanê dyîkêra belav kirîye û pêra jî cimeta Kurdistanê û hemû girûpên êtnîkîye mayîn pîroz kirîye.
“Em bi zimanê xwe, zimanê kurdî û bi mîrata xweye dîrokîva firnax dibin. Her kes gerekê pircûretîya ziman û çandê belavke, biratî û bawarîya xwe qebûlkirina yê mayîn, bona qewînkirina civakê, jîyana aramî bîne.
Anegorî konstîtûsîya Îraqê, erebî û kurdî çawa zimanên dewletêye fermî tên hesabê.