H’emû nûçeSereke

Davît Babayan: çêkirina cimeta Adirbêcanê Îosîf Stalîn bû

Nava karê sazkirina dewleta Adirbêcanêda navên gelek şuxulkara hevva girêdayîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Qerebagêyî karên der Davît Babayan gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa rojnamevan daye ku heger “Ûkraîna navê Lênînva girêdaîye”, wî çaxî gelo meriv dikare hesabke, wekî “Adirbêcan navê Stalînva girêdaîye”.

Em bîr bînin, wekî girêdayî naskirina Komarên Donêskê û Lûganskêra, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn derheqa sazbûna Ûkraînayêda usa gotibû.  

“Li vir navên çend şuxulkara hevva girêdayîne. Meriv dikare pirsê Ûkraînayêva bide girêdanê, feqet, ûkraîn û rûs beşên cimetekêne. Şaşîyên gêopolîtîkî usa kirin, wekî beşên topraxa êtnosîyasî bûne dijminên hev.Ew yek trajêdîyaye.

Dewleta Adirbêcanê usa hatîye sazkirinê. Xudanên vê komarê gelekin. Berê ewlin ew ji alîyê Tirkîyayêda hatîye sazkirinê, xudanên wê usa jî tirkên cahil bûn, kîjana komkujîya cêrge mileta mîyaser kirin.Wana Adirbêcan bi meremê sîyasî çê kirin. Paşê Adirbêcan bû ya Sovyêtê. Adirbêcan dikaribû pêşîya damezirandina Sovyêtê undabûya, çimkî binelîyên li wir nedixwestin bibûna komareke cuda. Qirara dawî ji alîyê Stalîn, Lênîn û Orconîkîzêda hate qebûlkirinê û ew komar hate sazkirinê”,- Davît Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button