H’emû nûçeSereke

Bekûyê nerazîbûna xwe elamî Moskvayê kirîye: “Gotina “Ermenîstana Rojhilatê” hêrsa Bekûyê rakirîye

Wezîreta Adirbêcanêye karên der girêdayî wa gotî “tevlîhevkirina” peymana sala 1828-a ye li Tûrkmênçayê, nerazîbûna xwe elamî alîyê rûsa kirîye.

Girêdayî 194-a salîya îmzekirina peymanêra, wezîreta Rûsîyayêye karên der rûpelê xweyî fermîda nivîsar belav kirîye.

“Hêrsa alîyê Adirbêcanê dikare rûyê wê yekêda rabe, wekî dokûmênta nêzîkî 2OO sal pêşda îmzekirî, hema wê rojê hatîye îmzekirinê, kîjan rojê dêklarasîya rûsa-azêrîya hate îmzekirinê. Feqet, gilî hîmlî derheqa gotina Ermenîstana Rojhilatêdane.

“Xantîyên Êrîvanê û Nexçêvanê ketine bin desthilatdarîya împêratorîya Rûsîyayê /Ermenîstana Rojhilatê/. Hukumata Îranê borcdar bibû, ku bona cîguhastina ermenîyaye li qeza Ermenî dijwarîya çê neke…”,- nava elametîya wzîreta Rûsîyayêye karên derda hatîye gotinê.

Hêrsa azêrîya hema ew bîranîna Ermenîstana Rojhilatê rakirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button