Sereke
Hevdîtina wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayê ya duem derbaz bûye
Îro, 24-ê sibatê, li Vîênnayê hevdîtina wekîlên Ermenîstanê û Tirkîayê, ya cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan û Serdar Kiliçê bayloz derbaz bûye.
Wekîlên herdu welata îzbat kirine, wekî meremê hevraxeberdanaye hîmlî ew e ku pêwandîyên dualî bêne normalkirinê, çawa ku ew wextê hevdîtina li Moskvayê pevketibûn.
Fikir bona gavên konkrêt hatine pevguhartinê û hatiye îzbatkirinê ku pêvajoyê bêyî tu qewil-qirara berdewam bikin.