Sereke

Pirsgirêka Qerebagê helkirî nîne: parlamêntvana Avropayê

Nenihêrî elametîyêye yekalî, em dibêjin, wekî şer pirsgirêka hel nake, dew û dza Qerebagê helkirî nîne. Derheqa wê yekêda, wextê birîfînga piştî civîna komîtêya hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye hevkarîyê, seroka komîsîyayê, wekîla Êstonîyayêye nava parlamênta Avropayêda, Marîna Kalyûranda parlamêntvan gotîye.

Bi gotina wê, nava dorana civîna îroyînda berdewama cedandinên koma Mînskêye dîplomatî girîngin, ku pirsgirêka Qerebagê bi temamî bê helkirinê. Ewê usa jî daye dîyarkirinê, wekî wextê gotûbêjkirina hatîye gotinê, ku pêwîste hemû dîlên ermenî paşda vegerînin. Bi gotina wê, xeberdan usa jî derheqa pêwandîyên ermenîya-tirkada çûye. Kalyûrandê gotîye, wekî Ermenîstan hevkara Yekîtîya Avropayêye girînge.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button