H’emû nûçeSereke
Bona Rûsîyayê ew yek girînge, wekî Ermenîstan û cimeta ermenî xwe nava bêqezîyabûnêda bibînin: Kopîrkîn
Bona Rûsîyayê ew yek girînge, wekî Ermenîstan û cimeta ermenî xwe nava bêqezîyabûnêda bibînin. Derheqa wê yekêda baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn elam kirîye.
“Garantîya wê yekê pêwandîyên meye tifaqdarîyêne, kûrkirin û qewînêkirina wane”,- bayloz gotîye.
Bi şirovekirina halê li Ûkraînayê û bi xeberdana derheqa halê li ser sînorê Adirbêcanê, Kopîrkîn daye dîyarkirinê, wekî herdu welat jî bona Rûsîyayê girîngin. Rûsîya wan pêwandîya çawa faktora xweykirina bêqezîyabûnê û aşîtîyê dibîne, çimkî ew îzinê didine Rûsîyayê ku rola navçîgarîyê nava pêvajoya helkirina pirsgirêkada mîyaserke.