H’emû nûçeSereke

Wezîreta karên der înformasîya derheqa wê yekêda, ya derheqa tevbûna leşkerê ermenîye li Ûkraînayê înkar kirîye

Wezîreta Ermenîstanêye karên der ew înformasîya înkar kirîye, wekî li Ûkrînayê qulixçîkî leşkerîyî ermenî tevî şêr bûye, derheqa kîjanîda malperên sosîyalîda hatîye belavkirinê.

“Înformasîya derheqa tevbûna leşkerê hêzên Ermenîstanê, ya tevî şerê li Ûkraînayêy, înformasîya neraste”,- berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan rûpelê xweyî Twittere da nivîsîye.

Kanaleke “Têlêgiram”-ê da hatibû belavkirinê, ku wextê opêrasîyonên dijî bajarê Ûkraînayêyî Xarkovê, leşkerekî ermenî tevî şêr bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button