H’emû nûçeSereke

Matêvosyanê cîgirê serokwezîr tevî bayloza Fransîyayê pirsên învêstîsîyon gotûbêj kirine

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Hambarsûm Matêvosyan bayloza Fransîyayêye li Ermenîstanê Ann Lûyo qebûl kirîye.

Ji hukumatê elam kirtine, wekî cîgirê serokwezîr bayloza Fransîyayê bona  îzbatbûna 3O salîya pêwandîyên dualî, Fransîya û Ermenîstan pîroz kirîye û bona pirsê paşdavegerandina 8 dîlên ermenî, yên ku li Adirbêcanê bûn, razalixî elamî Makronê serok kirîye. Hambarsûm Matêvosyan derheqa rola Fransîyayêye nava pirsa statûsa Qerebagêda, ya nava doranên koma Mînskêda, daye dîyarkirinê.

Wextê hevdîtinê usa jî pirsên  êkonomîkî hatine gotûbêjkirinê.

Bayloza Fransîyayê bona qebûlkirinê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî nava van 3O salên dawîda gelek xebatên tevayî hatine mîyasekirinê.

Wextê hevdîtinê usa jî dorana pirsên dualî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button