1-ê adara sala 1979-a, dilê şuxulkarê kurdî navdar û serokê heja kurdîye azadarîyê Mele Mistefa Barzanî sekinî.
Mistefa Barzaî 14-ê adara sala 19O3-a li gundê Barzan ji dayîk bûye.Piştî ji dayîkbûnê bavê wî wefat bûye û terbyetkirina wî dikeve li ser milê birayên wî. Ew hîmlî dikeve bin tehsîra birayê xwe Şêx Ahmed.
Wextê ku Mele Mistefa 16 salî bû, sala 1919-a, ew tevî opêrasîyonên leşkerî dibe.Wî çaxî ew serokatîya pêşmerga dike û dijî înglîza şer dike. Bi wî cûreyî ew tevî şerê azadarîyê dibe. Piştî elamkirina Komara Mehabadara, Mele Mistefa çawa fermandarê hêzên kurda tê kifşkirinê. 16-ê tebaxa sala 1946-a, Mele Mistefa Barzanî çawa serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk tê hilbijartinê.
Piştî ketina Komara Mehabadê, Mele Mistefa Barzanî derbazî Sovyêta berê dibe.
Piştî şoreşa li Îraqê, 14-ê tîrmeha sala 1958-a Barzanî vedigere Îraqê, li kîderê tevî şoreşê dibe.
Dewekarîyên wî, yên ku ewî pêşda kişandibûn, ew bûn ku otonomîya berfireh bidine Kurdistanê û mafên kurda bêne parastinê.
22-ê adara sala 1975-a, piştî qayîlnivîsara Îranê û Îraqê, ew derbazî Îranê dibe.
Hilweşîna şoreşê bona wî derbeke mezin bû û meha nîsanêda tendurustîya wî xirab dibe.Paşê ew derbazî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dibe û rûyê tendurustîya xweda li wir dimîne.
1-ê adara sala 1979-a Mele Mistefa Barzanî li Waşîngtonê koça xweye dawî dike.
Piştî wefatbûna Mele Mistefa Barzanî kurê wî Mesûd Barzanî serokatîya partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û heja kurdaye li Îraqê dike.