SerekeSîyasî

Elî Ewinî: rêjîma Baas-ê tune, lê mêntalîtêya wê û şovînîzm dijî

Endamê serokatîya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Elî Ewinî elam kirîye, wekî partîya Bexdayêye desthilatdar paşda vegerîyaye ser pirsa 2OO mîlîyard dînara, ya bona miaşên qulixçîyên Kurdistanêye dewletê, û wê yekê çawa sîlihê sîyasî dide xebatê.

“Pirsa derheqa wê yekêda, wekî Begda beşa byûcêya Kurdistanê cuda nake û qirara mehkema Îraqêye fêdêral, ya dijî neft û gaza Kurdistanê, wê mêntalîyêva girêdaîye, ya ku serokatîya welêt dike”,-Elî Ewinî wextê qisa tevî  Basnews ê  gotîye.

“Rêjîma Baas-ê ji Îraqê çû. Lê mêntalîtêya wê û şovînîzm hê hene, û syasetmedarê îraqî hê fikira fêdêralîzmê fem nekirine. Ew li ser wê tabîyêne, ku sîstêma desthilatdarîya sîyasî bidine dasekinandinê, ya ku hêna Baas- ê da hebû”,- Elî Ewinî gotîye.

Endamê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk gotîye, wekî heger desthilatdarîya  Begdayê nikaribûya ew yek bikira, ewê damezirandina Kurdistanê û fêdêralîzma li Îraqê hilweşandana, çimkî ew wê fikirê qebûl nakin, wekî kurd dikarin bi xwe serokatîyê li xwe bikin. Elî Ewinî daye dîyarkirinê, wekî mêntalîtêya wî cûreyî li Îraqê îdî gihîştîye sed salî û welêt berbi ruxandinê dibe.

Pirsa derheqa 2OO mîlîyard dînara, ya bona miaşa qulixçîyên Kurdistanêye  dewletê çawa sîlihê sîyasî tê xebitandinê û ew  yek lîstika sîyasîye, ya dijî hukumata Herêma Kurdistanê”,- Elî Ewinî gotîye.Ewî serda zêde kirîye: “Pirsgirêka kurda ne nava tabîya Begdayêdane, lê nava wê yekêdane, ku kî  desthilatdarîya dewletê dike”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button