
Parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv Krîstînê Grîgoryan dide kifşê, wekî hiznekirina ermenîyaye li Adiribêcanê encamê syaseta dewletêye, ya ku hêna Sovyêta berê hebûye û niha jî berdewam dibe.Bi gotina wê, şerê Arsaxêyî sala 2O2O-î hema bi propaganda û dijminatîya hindava ermenîyada destpê bûye, ya ku ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda dihate piştgirtinê. Derheqa wê yekêda Krîstînê Grîgoryanê wextê gotûbêjkirina civakî, ya sernavê “ Hiznekirina ermenîyaye li Adirbêcanê û qezîya paqijkirina êtnîkîye li Arsaxê” gotîye.
“Armênofobîya hema nava axaftinên serokê Adirbêcnêda tê kifşê.Ew gefa duxwe, gotinên bêhurmetkirinê û dijminatîyê hindava cimeta ermenî, Ermenîstanê û binelîyên Arsaxê dibêje. Axaftinên wî usanin, wekî ew eşkere dighîjine gavên faşîzmê. Bona serokatîya Adirbêcanê propaganda dijî ermenîya mecala hundur û dere”,- Grîgoryanê gotîye.