SerekeSîyasî

Pêşezan: Ûkraîna sazbûna dinîya sêalî dide kifşê

Bûyarên li Ûkraînayê û yên dora Ûkraînayê didine kifşê, wekî ne ku du alîyên dinîyayê hene, lê alîyê sêem jî serda zêde dibe. Derheqa dinîya îroyînda deh sal pêşda bi têorî xeber didin.Fikira wî cûreyî pêşezanê navneteweî Sûrên Sargsyan gotîye.

Bûyarên li Ûkraînayê tê bêjî li ser rîya sazbûna dinîya vî cûreyî êtapeke nûye, alîyên kîjanêne Ştatên Amêrîkayêye Yekbkyî, Çînistan û niha jî Rûsîya. Tiştê femdarîye, wekî  tenê bi Ûkraînayêva ev şuxulkarî wê ser hevda neyê. Ewê car-carina biqewime, lê hemû welat gerekê vê pêvajoyê û encamên wêra hesab rûnên.

Bi fikira Sargsyan, niha tê bêjî fikira usa çê dibe, wekî Rûsîya  rabûye dijî temamîya dinîyayê û sanksîyayên navnetewîye cezakirinê derxistine meydanê. Bi texmîn, di navbera Rûsîyayê û Rojavayêda şerê sarî nû pêşda tê û zûtirekê ewê bê kifşê.Bi fikira pêşezan ev sanksîya û şerê sar nikarin werguhêzî opêrasîyonên leşkerî bibin. Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî eşkere hazir nabe bona Ûkraînayê dijî Rûsîyayê şerke. Derheqa wê yekêda Baydênê serok zelal dibêje.

Bi fikira Sargsyan, li Moskvayê pêrspêktîvên wan sanksîya pêşda hesabkirî bûne û piştî milahîmbûna hal, Rûsîyayê bicêribîne wan encama bide hildanê. Sanksîyayên dijî Rûsîyayê usa jî paşda vegerine ser Yekîtîya Avropayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button