
Şêwira şaredarîya paytexta amêrîkî, ya Waşîngtonê projeya pêşnîyarkirî qebûl kirîye, anegorî kîjanê Newroz çawa bûyara “çandî-dîrokî” tê naskirinê.
Anegorî elametîya şaredarîyê, ev pêşnîyar bi piranîya denga hatîye qebûlkirinê.
Nava rêzolyûsîyaêda hatîye gotinê, wekî Organîzeya Netewên Yekbûyî îzbat dike, ku dîroka Newrozê ya 3OOO salîye û hersal wê cejinê 3OO mîlîyon merivên li temamîya dinîyayê didine kifşê.
Nava qirara şêwira bajêrda, ya Waşîngtonê, hatîye dîyarkirinê, wekî Newroz ji alîyê hemû miletên bi kûltûra cuda, êtnîkî û komên dînîda, nava wanda usa jî mesîhî, musulman, cihû û yên mayîn didine kifşê.
21-ê adarê kurd, fariz, pûştûn, azêrî û gelek miletên mayîn cejina Newrozê didine kifşê. Tercima xebera Newroz “Roja nû” ye û ew bona kurda tê hesabê çawa sala nû.