Wezîreta Kurdistana Îraqêye pêşmerga, bi piştgirîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Brîtanîya Mezin, Almanîyayê û Nîdêrlanda, rêformên radîkal derbaz dike.
Rêform bona sazkirina hêzên qewat tên derbazkirinê. Hevkarên Rojavayê vê înîsîyatîvayê bi destî koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê wê yekê dikin. Cîgirê wezîrê pêşmerga Serbest Lezgîn elam kirîye, wekî tifaqdar li ser wê yekê dixebitin, wekî alî bikin ku hemû hêzên pêşmerga bikevine bin fermandarîya wezîreta pêşmerga.