SerekeSîyasî

Al Xalbûsî û Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk pirsa sazkirina hukumata Îraqê gotûbêj kirine

Spîkêrê parlamênta Îraqê Mehmed Al Xalbûsî li ofîsa xwe, ya li Bexdayê, dêlêgasîya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê bûyarên sîyasîye li Îraqê hatine gotûbêjkirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste qulixên derecebilinde nû jî bêne cîgirtinê. Parlamênt gerekê serokê welêt û serokwezîr hilbijêre.

Serokatîya dêlêgasîya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, sêkrêtarê  byûroya sîyasî Fazil Mîranî kirîye. Wextê hevdîtinê usa jî spîkêrê parlamênta Îraqê, endamê partîya  dêmokratîk Şaxavan Ebdule hazir bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button