H’emû nûçeSereke

Li Xarkovê hê gelek ermenî hene

Halê li bajarê Ûkraînayêyî Xarkovê dîsa sert maye. Alîkarê konsûlê  Ermenîstanêyî li Xarkovê Hamlêt Hovhannîsyan gotîye “Radîolûr”-ê wekî niha li Xarkovê hê gelek malbetên ermenî hene.

Li bajêr hindik dikan dixebitin, li kîderê xurek kêm dibe. Deranîna meriva dijware, lê li hev tê meriva ji bajêr derxin.

Xarkovê zîyana mezin dîtîye, sîstêm û malên jîyînê zîyanê ketine. Pirsgirêkên girêdayî xurek, dû-derman û avêva hene”,-alîkarê konsûl gotîye.

Bi gotina wî gelek ermenî ji Xarkovê hatine derxistinê, lê gelek jî hê mane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button