H’emû nûçeSereke

Îmzekirina peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê rojeva hukumatêdane: wezîreta karên der

Îmzekirina peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê rojeva hukumatêdane. Di derbarê wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan, bi hîvîkirina Armênprêssê  gotîye, wextê ku ewî elametîya wezîrê Adirbêcanêyî karên der şirove kirîye.

«Hukumata Ermenîstanê bona Ermenîstanê û temamîya herêmê stratêcîya pêxistina aşîtîyê  danîye pêşîya xwe û bona gavên wî cûreyî hazire. Çi ku derheqa îmzekirina peymana aşîtîyêdane, me  çend cara îdî elam kirîye wekî ew yek nava rojeva hukumatêdane»,- Hûnanyan gotîye. Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov elam kirîye,wekî Adirbêcanê çendik-çend cara pêşnîyarî Ermenîstanê kirîye, ku peymana aşîtîyê bê îmzekirinê û nenihêrî dijwarîya meriv dikare derheqa normalkirina heleqetîyada bifikire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button