Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî dêlêgasîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, bi serokatya cîgirê alîkarê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Cênîfêr Havîto qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê, li kîderê usa jî baylozê Ştatên Yekbûyî Mêtyû Tûlêr, konsûlê sereke Robêrt Paladîno hazir bûne, alîya bûyarên sîyasîye li Îraqê gotûbêj kirine.
Hatîye dîyarkirinê, wekî dêlêgasîya amêrîkî derheqa hewaskarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye hindava statûs û qewînbûna Herêma Kurdistanê îzbat kirîye.
Xêncî wê yekê usa jî halê li Sûrîyayê û pirsên derheqa qewînkirina şerkarîya dijî têrorîzmê hatine gotûbêjkirinê.