SerekeSîyasî

Em qanûndarîya neftê û gazê û peymanên tevî kampanîyayêyn navnetewîva girêdayîne: hukumata herêmê

Hukumata Herêma Kurdistanê elam kirîye, wekî ewê qanûna xweye derheqa neftê û gazêda berdewamkin, nenihêrî wê yekê, wekî mehkema Îraqêye fêdêral van axirîya qirara dijî wê yekê qebûl kirîye.

Qirara mehkema fêdêral dijî konstîtûsîyayêye, çimkî hîmê gotarên wê ne çarçoveya wêdaye, berdevkê hukumata herêma Kurdistane Cûtîyar Adil gotîye.

“Em qanûna neftê û gazê û peymanava girêdayîne, yên ku me tevî kapanîyayên cuda-cuda îmze kirine, çimkî borcdarîyên meye hiqûqî û fînansî hene”,- ewî gotîye.

“Em bona hevraxeberdana hazirin, bona ku bighîjine helkirina vê pirsê, ya anegorî konstîtûsîyayê û hevkarîyê, ya ku nehatîye helkirinê”,- Cûtîyar Adil daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button