Dêlêgasîya parlamênta Îraqê çûye Kurdistana Sûrîyayê bona ku qebûlkirina 8OO malbetên endamên DAÎŞ-ê bidine hazirkirinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê Îraqê Şêrvan Dubardanî elam kirîye.
Bi hezara malbetên DAÎŞ-ê niha li qampa Al Xolêye li Hesekê, li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, tên xweykirinê. Desthilatdarîya kurdaye cî çendik-çend cara elam kirîye, ku welatên anegor welatîyên xweye nava DAÎŞ-da paşda bibine cem xwe.
Dêlêgasîya parlamênta Îraqê bona wê yekê çûye Hesekê ku pirsên hiqûqî û têknîkî tevî nevsên fermî gotûbêj bikin.
Şêrvan Dubardanî gotîye, wekî malbetên endamên DAÎŞ-ê wê paşda vegerine Îraqê û li qampa Cedayê bêne cîhwarkirinê.