H’emû nûçeSereke

Serokê organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinê elam kirîye, wekî xilazbûna koronavîrûsê hê dûre

Nexweşîya koronavîrûsê li dinîyayê hê ji xilazbûnê dûre. Derheqa wê yekêda, wextê birîfînga li Jnêvê, serokê organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinê Têdros Gêbrêyêsûs elam kirîye.

“Xilazbûna koronavîrûsê hê dûre û ewê tu cîya xilaz nebe, çimkî hê li hemû dera heye”,- ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî vîrûs dîsa pêşda diçe.

Gêbrêyêsûs bîr anîye, wekî hetanî roja îroyîn rûyê koronavîrûsêda ji şeş mîlîyonî zêdetir meriv wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button