H’emû nûçeSereke

Serokwezîr seredana li Fransîyayê çawa ya açix hesab dike

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pêwîst hesab dike, ku encmên hemcivîna Ermenîstnê û Fransîyayê bidine xebatê û qewata nû bidine hevkarîya Fransîyayê û Ermenîstanêye êkonomîkî. Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye û derheqa seredana li Fransîyayê xeberdaye.

“Bona me girînge ku em guhdarîyê bidine ser mîyaserkrina vê rojevê û em bona aktîvkirina pêwandîyên êkonomîkî bixebitin”,-serokwezîr gotîye.

Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî wextê seredana li Parîzê, xêncî pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê, dorana pirsaye berfireh hatîye gotûbêjkirinê û derheqa rola Fransîyayêye nava koma Mînskêda hatîye dîyarkirinê.

Serokwezîr usa jî rastî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl hatîye, wextê kîjanê pirsên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê jî hatine gotûbêjkirinê.

“Bi tomerî hildayî, ez difikirim wekî ev seredan ya açix bû û em gerekê li ser mîyaserkirina rojeva wê bixebitin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button