H’emû nûçeSereke
Pêşerojêda Ermenîstanê berbirî koma Mînskê bibe ku hevraxeberdana tevî Adirbêcanê bidine derbazkirinê: berdevkê wezîreta karên der
Pêşerojêda Ermenîstanê berbirî koma Mînskê bibe ku hevraxeberdana tevî Adirbêcanê bidine derbazkirinê. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîsîanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye Armênprêssê.
Ermenîstanê gelek cara elam kirîye ku hazire tevî Adirbêcanê peymana derheqa aşîtîyêda îmzeke. Gelo vî alîda gavên konkrêt tên derbazkirinê, yan na, berdevkê wezîretê bersiva vî cûreyî daye:
“Pêşîya îmzekirina peymanê gerekê derheqa wê têmayêda hevraxeberdan derbazbin û hetanî roja îroyîn şuxulkarîya hevraxeberdanaye konkrêt destpê nebûye. Ermenîstanê pêşerojêda berbirî hemsedirên koma Mînskêbe bona ku hevraxeberdanên aşîtîyê tevî Adirêcanê bêne derbazkirinê”.