Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî sêkrêtarê ŞAY Êntonî Blînkên qise kirîye
Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê tevî sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Êntonî Blînkên qise kirîye.
Xeberdan derheqa pêwandîyên ermenîya-amêrîkîya û çareserkirina berdewama dîyaloga stratêcîda çûye. Serokwezîr bona piştgirîya ji alîyê Ştatên Yekbûyîda, ya bona werguhastinên dêmokratîk, razalixî elam kirîye.
Nîkol Paşînyan û Êntonî Blîkên derheqa pêvajoyên li Qafqasîya Başûr, halê dora Qerebagê û sertbûna halda xeberdane.
Alîya ew yek jî girîng hesab kirîye, wekî pêwîste ku pirsgirêka Qerebagê nava dorana koma Mînskêda bê helkirinê, bona ku qewînbûn û aşîtî li herêmê bêne çareserkirinê.
Fikir derheqa dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, mecalên vekirina rêyên li herêmê û usa jî dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda, hatine pevguhartinê.
Derheqa pirsên halê li Ûkraînayê jî xeberdan çûye.