H’emû nûçeSereke

Pênc pêşnîyar pêşîya krîzeya hûmanîtarî: bersiva Ermenîstanê bona Adirbêcanê

Hevdîtinên dîplomatîye li Antalîyayê, pênc pêşnîyarên ji alîyê Adirbêcanêda, krîzeya hûmanîtarîye li Arsaxê: ev hemû tişt wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar paşda vegerandine Ermenîstanê. Ew mehekê pêşda li Ermenîstanê bû.

“Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide meremê Qafqasîya Başûre bona aşîtîyê û gulvedanê”,- Toyvo Klaar Twittere da nivîsî bû. Lê bi rastî hal yê xemgînîye, çimkî eva îdî serê hevtêkêye ku rûyê alîyê azêrîyada Arsax bêyî gaz maye. Ev hal jî çawa krîzeya hûmanîtarî tê qîmetkirinê.

Bi vê yekêva tevayî, eyan bûye, wekî Adirbêcanê pêşnîyara peymana bona aşîtîyêye ji pênc xala raberî Ermenîstanê kirîye. Bekûîya resmî daye dîyarkirinê, wekî hevraxeberdanên bona wê peymanê wê wî çaxî destpêbin, heger Ermenîstan wan prînsîpa qebûlke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button