Cîgirên serokê parlamênta Îraqê, yê ewlin û yê duem, çûne Hewlêrê bona ku bi fermî êrîşa bi rokêtaye ser Hewlêrê bidine lêpirsînê.
Hakim Zamîlî û Şaxavan Ebdule ji alîyê Hêmin Hewiramîda hatine qebûlkirinê.
Zamîlî û Ebdule çûne wan nehîya, li kîderê ew êrîş hatine kirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî lêpirsînê destpêbe û wê lê biniêrin ku Îran derheqa kîjan bazayên Îsrayêlêda dibêje.