H’emû nûçeSereke
Li Ermenîsîanê qezîya tunebûna xurek tuneye: çiqas genim bona me pêwîstbe, emê ji Rûsîyayê bînin

Li Ermenîstanê niha dêfîsîta xurek, yan jî qezîya wî cûreyî tune. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê êkonoîkayê Arman Xocoyan gotîye.
Cîgirê wezîr daye dîyarkirinê, wekî li temamîya dinîyayê deranîna genim nêzîkî 760 mîlîyon tonnaye, ji kîjanî 14-15 selef dikeve ser Rûsîyayê û Ûkraînayê. Bi gotina wî, Rûsîya salê nêzîkî 80 mîlîyon tonna genim distîne. Ji wî genimî ew 30 mîlîyon tonna difroşe. Li Ermenîstanê salê 100 000 tonna tê stendinê, lê bona hewcetîyên Ermenîstanê salê 380 000 tonna lazime. Genim ji Rûsîyayê tê Ermenîstanê.