H’emû nûçeSereke

Serokwezîr wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên Qafqasîya Başûr, Toyvo Klaar qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê usa jî seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê, Andrêya Vîktorîna bayloz hazir bûye.

Serokwezîr bi razîbûn derheqa cedandinên qewînkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda xeberdaye. Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî hukumat bi guhdarî berbi alîyê rojeva dêmokratîk pêşda diçe.

Wekîlê Yekîtîya Avropayê Toyvo Klaar jî daye dîyarkirinê, wekî Avropa hevkarîya tevî Ermenîstanê girîng hesab dike.

Xeberdan usa jî derheqa pêvajoyên li Qafqasîya Başûr, halê li Qerebagê û halê li wirî sertda çûye. Fikir dora vekirina rêyên herêmê û dîyaloga  Ermenîstanê û Tirkîyayê hatine pevguhartinê.

Alî pevketine ku hevdîtinên aktîv berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button