H’emû nûçeSereke

Axaftinên Adirbêcanêye derheqa aşîtîyêda bêqelp nînin: parêzera mafên mêriv

Sîyaseta valakirina ermenîyaye ji Arsaxê, ya ji alîyê Adirbêcanêda, berdewam dibe. Derheqa wê yekêda parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv Krîstînê Grîgoryanê gotîye rojnamevana.

«Nava vî wedeyîda pirsgirêkên girêdayî qutkirina gazêva hebûne. Adirbêcanê îzin nedida ku lûla gazêye zîyanêketî bê çêkirinê û ew yek şedetîye, wekî ev sîyaset ji alîkîva tê serkarîkirinê. Meremê wê yê tek-tenêye ku li Arsaxê paqijkirinên êtnîkî mîyaserkin»,-Krîstînê Grîgoryanê gotîye.

«Ji alîyê parêzera mafên mêrivda tiştekî ber çevaye, wekî aşîtî tiştekî başe û ez difikirim wekî ev  yek konsêsûsa me  hemûîyaye. Feqet axaftinên derheqa aşîtîyêda gerekê bi kirinên çareserkirîva bêne eşkerekirnê.Bûyarên nava van du hevtîyên dawîda didine kifşê, wekî axaftinên derheqa aşîtîyêda yên bêqelp nînin»,-parêzera mafên mêriv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button