H’emû nûçeSereke

Wextê hevraxeberdana bersiva me wê ewbe ku pirsgirêka Qerebagê nava dorana koma Mînskêda bê helkirinê: Yêgoyan

Wê tiştekî ecêb be heger Ermenîstan bêyî pêşnîyara here hevraxeberdana û pêşnîyarên wan gotûbêj bike. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamêntêye pirsên întêgrasîya avropî Arman Yêgoyan gotîye wextê ku ewî derheqa hevraxeberdanên ermenîya-azêrîyada xeberdaye.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo gotina “Arsax tu cara nikare bibe parçekî Adirbêcanê” fikira wîye yan na, yan ew yek bona desthilatdarîyê xeta sore, Yêgoyan gotîye: “Hewce nîne ku hemû tişt bê zanînê. Dema ku nava dîplomatîyêda hemû kes derheqa hemû tiştîda dizane, wî çaxî ew îdî dîplomatî nîne. Ew yek fikir nîne, lê logîkaye. Konflîkt ser hevda nehatîye, statûsa Qerebagê hê qirarkirî nîne. Koma Mînskê prînsîpên helkirina pirsgirêka Arsaxê zûva pêşda kişandine û ji wan hersê prînsîpa yek îdî hatîye terbandinê, prînsîpa nexebitandina qewatê, û gerekê îzinê nedin wekî ya mayîn jî, ya weqirarkirina mileta, bê teribandinê”.

Yêgoyan gotîye, wekî wextê hevraxeberdana bersiva  alîyê ermenî wê ewbe ku pirsgirêka Qerebagê nava dorana koma Mînskêda bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button