SerekeSîyasî

Bi seda kurd li Îranê û Tirkîyayê wextê derbazkirina cejina Newrozê hatine girtinê

Bi seda meriv li nehîyên kurdaye li Tirkîyayê û Îranê, wextê derbazkirina cejina  Newrozê, wextê ku bi mîlîyona kurd berev bibûn, hatine girtinê.

Here kêm 298 meriv, nava wanda sed zarok, li bajarê Dîyarbekirê wextê derbazkirina cejinê hatine girtinê. Derheqa wê yekêda yekîtîya advokatên Dîyarbekirê elam kirîye.

Yekîtîya advokata bang kirîye, ku wan meriva aza berdin û girtina wan, bi taybetî ya zaroka, çawa ya neqanûnî hesab kirîye.

Li Îranê jî, li bajarê Senandecê û Pîranşahrê 6O meriv wextê derbazkirina cejina Newrozê hatine girtinê. Li bajarê Senandecê hêzên îranî îzin nedane ku cejinê bidine derbazkirinê.

Li Tirkîyayê hêzên tirka îzin nedane kurda, ku ew bi kincên xweye miletîyê xwekirî tevî cejinê bin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button