SerekeSîyasî

Li Efrîna kurda dewsa daristanên zeytûnê komplêksa jîyînê bona malbetên komên sîlihkirî çê kirine

Wekîlê organîzeya Sûrîyayêye mafparêz Îbrahîm Şêxo gotîye, wekî hevaltîya Kûvêytêye “Destên sipî” komplêksa jîyînêye nû li gundê Bêsimê, li nehîya Şahbayêye li Efrînê çê kirîye û zûtirekê ew komplêks wê bê teslîmkirinê. Îbrahîm Şêxo gotîye, wekî ew komplêks, malên jîyînê bona malbetên wan hêzên sîlihkirî çê kirine, yên ku bin kontrola Tirkîyayêdanin, yên ku ne ji Efrînêne.

 Kampanîya Kûvêytêye “Destên sipî” derheqa wê yekêda li ser rûpelê xweyî facebook ê nivîsîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî erdê ku li ser avayî hatine çêkirinê, pêşda daristana zeytûnê bûye û ew dar hatine birînê.Îbrahîm Şêxo gotîye, wekî xudîyê wî erdî Zeyad Hebîbe. Dema ku xudîyê erd qayîl nebûye ku li wir avayî bên çêkirinê, endamên koma “Felek Aş Şam” ê  gef lê xwerine û gotine ku wê wî bikujin. Ew mecbûr kirine ku ew ji erdê xwe paşda bisekine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button