H’emû nûçeSereke

Wezîrê parastinê bayloza ŞAY qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê, xanim Lîn Trêysî qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê usa jî wekîlê baylozxanêyî parastinê Grêgorî Payps hazir bûye.

Wezîrê parastinê halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya û Qerebagê raberî bayloza Ştatên Yekbûyî kirîye û derheqa pirsên hûmanîtarîda daye dîyarkirinê, usa jî derheqa pêwîstîya helkirina wanda xeberdaye.

Alîya usa jî pirs û pêrspêktîvên hevkarîya ermenîya-amêrîkîyaye nava goveka parastinêda, gotûbêj kirine.

Dawîya hevdîtinê fikir dora bûyarên navnetewî hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button