H’emû nûçeSereke

Em girîng hesab dikin wekî bona paşdaverandina pareskerên  azêrîya, ya berbi tabîyên berê, wê bi dewekarîya zelal bê raberkirinê: wezîreta Ermenîstanêye karên der    

Elametîyên wezîretên Adirbêcanêye karên der û parastinê, yên van rojên dawî belavkirî, careke mayîn eşkere şedetîyê didin, wekî meremê Adirêbcanê ewe ku ew bi zordarî û bi têrorê ermenyên Qerebagê ji cîh û warên  wan bidine derxistinê. Di derbarê wê yekêda nava elametîya wezîreta Ermenstanêye karên derda tê gotinê.

“Bi vî cûreyî, ketina hêzan azêrîyaye li gundê Qerebagêyî Parûxê, 24-ê adarê qewimîbû, lê pêşîya wê yekê jî berbi sîstêmên gundên ermenîyaye sîvîl agirbarandin hatine mîyaserkirinê, usa jî binelîyên gundê Xiramortê dane tirsandinê û gef li wan xwerine.

Xêncî wê yekê Adirbêcanê gaza berbi Qerebagê bi wedê çend hevtîya dabû birînê. Bi wê yekêva tevayî, bona mîyaserkirina sîyasîya komkuj, Adirbêcan bi elametîyên xweva dewê dike ku hêzên ermenîyaye xweparastinêye li Qerebagê ji wir bidine derxistinê”,-nava elametîya  wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî ew gavên Adirbêcanê progiramkirîne û elametîya sêalîye 9-ê mijdara sala 2O2O-î eşkere bêhurmet dikin.

“Em hêvîdarin, wekî hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz, yên li Qerebagê wê gavên konkrêt bona helkirina pirsgirêkê biavêje û îzinê nede ku merivên nû bên kuştinê û opêrasîyonên leşkerî neyêne teşkîlkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button