H’emû nûçeSereke

Şêwira Qerebagêye bêqezîyabûnê bi namê berbirî Vladîmîr Pûtîn bûye

Du roj pêşda, wextê civîna şêwira Arsaxêye bêqezîyabûnê, qirara fermî hatîye qebûlkirinê, ku ser navê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn namê binivîsin. Ew name hatîye hazirkirinê û şandinê.

Namêda hatîye dîyarkirinê, wekî roja cîhwarkirina aşîtîparêzên rûse li Arsaxê, aşîtîparêza pirsên pêşîya xwe danî li ser dereca bilind hel kirine.Hatîye gotinê wekî ji 8-ê adara sala 2O22-a  destpêkirî alîyê azêrîya bi înêtênsîvîya mezin agrêsîya hûmanîtarî, pisîxolocî û usa jî ya leşkerî mîyaser dike.

Bi hûrgilî derheqa kirinên azêrîyaye dijî binelîyên Arsaxê, usa jî agrêsîya dijî gundê Parûxê û yên dor-bera hatîye raberkirinê. Hatîye gotinê, wekî şêwira bêqezîyabûna Arsaxê hîvî dike ku mecal bêne xebitandinê bona ku xalên elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda bêne xweykirinê. Şêwirê usa jî hîvî kirîye ku Rûsîya hejmra aşîtîparêzaye li Asaxê û tênîka leşkerîye li wir bide zêdekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button